Te go "erê"?,te,go,"erê"

Te go "erê"?

A+ A-

Dagirker gef li kurdan dixwin, ku bedela giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê giran be.
Bê guman çi ji destê wan bihê ew ê bikin, ku heta niha jî hemû rê û dirb ceribandine.

Serxwebûna Kurdistanê hilweşandina dewletên dagirker e.
Dewletên dagirker vê yekê dibînin, loma jî ew ê zilm û zordariya xwe zêdetir bikin.
Loma jî ew ê hemû nakokiyên xwe bidin alî û li dijî dewletbûna kurdan bi(di)bin yek.
Li aliyek ve jî dagirker ji ber siyaseta xwînmij herku diçe li cîhanê tenê dimînin.
Êdî dîplomasiya wan jî pere nake.

Gelo ji aliyê kurdan ve bedela serxwebûnxaziyê çi ye?
Gelo bi sloganan armanc pêk tê?
Kurdên serxwebûnxwaz divê çi bikin?
Gelo armanca serxwebûnê tenê ji bo başûrê Kurdistanê ye yan ji bo temamê Kurdistanê ye? Gelo serxwebûna başûrê Kurdistanê bandoreke domînoyê bibe?
Gelo armanc bi tenê têkoşîna çekdarî, wêrekiya şervanên kurd dikare pêk were?
Ji bilî kurdan gelên wek ermen, aram, azerî hwd. jî doza paşeroja xwe bikin?
Mirov dikare gelek pirsên din jî rêz bike.

Xewnereşk

Dewletên dagirker dizanin, ku îro başûr sibê dora bakur e.
Loma ew êrişkar û şerxwaz in.
Ji nîvê zêdetir artêşa TCyê li bakurê Kurdistanê hatine cîbicîkirin.
Dagirker dizanin ku başûrê Kurdistanê de facto serbixwe ye.
Hewl didin mil û baskên kurdan bişkînin ku pêla serxwebûnxwaziyê nebe teyrê hêviyê.

Lê nizanin, ku hêvî sînor, dîwar, tund û tûjî, zilm û zordariya wan nas nake.
Lê dagirker dizanin ku teyrê hêviyê ji qefesê derketiye.

Xeyala Kurdistana mezin nahêle ku dagirker rakeve. Ew herdem bêxew in; çavsor.
Azadîxwazî, serxwebûnxwaziya kurdan bûye xewnereşk ji bo wan.

Ew herdem li ser textê kişikê ne, ji ber têkoşîna rewa ya kurdan ew herdem mat dibin, loma jî ew ne tenê li textê kişikê, li qadê jî hîlekarî dikin.
DAIŞ jî bi kêrî wan nehat.

Dewlet

Bi nîşandana ala rengîn û bikaranîna têgiha "serxwebûn"ê xeyala mezin pêk nayê.
Kombûn, lidarxistina festîvalên serxwebûnê gavên baş û girîng in, lê têrê nakin.
Dewleta Kurdistanê bi ziman, çand, nasname, dîrok û bi welatperwerên dilsoz pêk were.
Bi fedakarî û cangoriyên xwe pêk bê.

Serxwebûnxwazîya kurdan zimanhezî, kurdhezî û dewletxwazî ye; mafekî rewa ye û îro tam dem serdema avakirina dewletê ye.
Dewlet sazîyeke grîft e.
Ji bo dewletê zanîn, pêşbînî, helwest û vîzyon hewce dike.
Ji bo dewletê sîstema aborî, hiqûq û rêzanî hewce dike.
Ji bo ragihandina dewletê welatperwerên dilsoz hewce dike.
Ji bo dewletê rewşenbîrên azad ên rexnegir û keseyatiyên xurt divê.
Ji bo dewletê têkîliyên dîplomasî, bêhna fireh û projeyên demdirêj divê.

Divê welatperwer kurdîhez û wek nûnerê/a neteweya xwe tevbigere.
Ji bo vê yekê hewce nake, ku têkiliya organîk a rêxistin/partiyan hebe.

Serxwebûnxwazî çi bandor li te bike?

Ez ne bawer im welatperwerekî/e kurd li dij serxwebûnê derkeve, ku ev xeyala sed salan e.
Di vê serdemê de divê kurd ji hev hez bikin, ku zimanê evînê bibe qaneker.
Piştî ragihandina Kurdistanê bi mîlyonan kurd li seranserê cîhanê dengê xwe bilind bikin û bêjin, "Ez jî kurd im".
Roj roja avakirinê ye. Avakirin ji xwestinê dijwartir e.

Gava tu serxwebûnxwaziya xwe diyar bikî,
pêşî têkiliya te bi "heval û dostên" te yên tirk, ecem, ereban re sar bibe.
Ji ber ku tu yê bibînî ku "hevalê/a te yê/a demokrat û mafparêz" ji nişka ve bibe berdevkê/a dewleta xwe ya zordar.
Ji ber ku tu êdî rûyê rastî yê "hevalê/a xwe" bibînî, têkîliya te jî hedî bi hedî qut bibe.

Tu yê bibînî ku ne tenê dagirker, "hevalê/a" te jî tenê ji kurdê kole, xweînkar û nezan, gêj û mirî hez dike.
Hingî tu yê di jiyana xwe ya rojane de gelek guhertinên radîkal bibînî.
Tu amade yî?

Em çawa dikarin helwest, biryar û gavên dîplomatîk ên vîna başûrê Kurdistanê bixwînin?

Mirov ji bo giştpirsiyê destûr ji dewletên cîran û cîhanê naxwaze.
Jixwe vîna başûrê Kurdistanê biryara xwe daye û referandûm jî bi encama "Erê" meha îlonê derkeve.
Ev gavên dîplomatîk ne ji bo nasandina giştpirsiyê, lê ji bo nasandina serxwebûnê tên avêtin. Gava yekem Belçîka li parlamentoya ewropayê bû; gaveke dîrokî. Bi qasî xuya dibe heta îlonê serdanên şanda kurdan (nûnertiya partiyên kurdan, nûnerek xiristiyan, tirkmen û êzidî) bi serokatiya M. Barzanî li seranserê cîhanê bidome.
Ewropayê got "erê".

Nîzama nû ya rojhilata navîn

Di demeke ne dûr de sînorên rojhilata navîn wê biguhere.
Ango dora rûxana dewletên xwînxwar wek Tirkiye û Iranê hatiye.
Di nîzama nû ya rojhilata navîn de hêza herî dînamîk heza kurdan e.
Çawa ku bêyî Amerîka, Rûsya û Ewropa li herêmê guherandin ne pêkan be,
bêyî kurdan jî bicîanîn ne pêkan e.

Teyrê azadiyê li çar aliyê welat difire

Dengê Kurdistana serbixwe ya yekgirtî tê.
Kurd bi bedelan dîroka xwe dinivîsin.

bi reng û dengê xwe
dibin nivîskarên serdema xwe
bayê hêviyê mizgînî dide

Te go "e"?
E nake divê tu jî bikevî


Gotinên miftehî :